Celal Talebanî nameya dest ji kar vekşînê radestî Mesûd Barzanî dike
Serokê hukûmeta herêma kurdistanê " Nêçîrvan Barzanî" ragihand, ku "Celal Talebanî" nameya dest ji kar vekşîna xwe ya ji posta serokatîya komara Iraqê amade kirîye, da ku di arîşeyên navbera herêma kurdistanê û Baxdadê de wek fişarekî bi kar bihêne.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de digel rojnameya " Hewallatî" dibêje, Mam Celal dest ji kar kêşanê amade kirîye û radestî serokê herêma kurdistanê kirîye da ku wê di dema pêdivî de wek kartekî fişarê bi kar bihêne.
Nêçîrvan Barzanî sedema evê pêngavê bo nîşandana helwêsta yekîtî û yekdenga Kurd li hember arîşeyên Hewlêrê digel Baxdadê vedigerîne.
Di bareya ewên goyên ku têne kirin derbarê ku (KDP) û (YNK) yek deng li hember arîşeyên navbera Baxdadê û Hewlêrê nîn in, Barzanî weha got, em ti girîngîyekî nadin bi evan goyan, ew tiştê ku ji alîyê me ve girînge eve ku Mam Celal bi hemû karînên xwe piştivanîya herêma kurdistanê li hember Baxdadê dike.




