26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK û Yekgirtû pirsa serxwebûna Kurdistanê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî serdana Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir û ligel Emîndarê Giştî yê wê partiyê civiya. Herdu aliyan tekez kirin li ser wê yekê ku pêwîst e aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi yekhelwêst û bi şandeke hevbeş gotûbêjan ligel Bexdayê bikin, da ku bi diyalog û şêwazeke aştiyane çarenivîsa pêwendiyên navbera herdu aliyan yekalî bikin.

Îro Çarşemê Mesrûr Barzanî bi hevaltiya Endamê Polîtburoya PDKê Kakemîn Necar û Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Niştimanî yên PDKê Ehmed Kanî, serdana Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kirin û ligel Selahedîn Behadîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtû civiyan.

Di wê hevdîtinê de, rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî û egerên piştî şerê terorîstên DAIŞê, hatin nirxandin. Herwiha gotûbêj li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê wek daxwazeke hevbeş a hemû aliyan û faktera yekrêziya hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hat kirin.

Derbarê vê pirsê de, di wê civînê de, tekez li ser giringiya helwesta hevbeş a aliyên siyasî hat kirin, ew jî ji bo ku Kurdistan bi yekrêzî û hêzeke mezintir rûbirûyî her eger û pêşhatekê bibe û derbarê vê yekê de jî amaje bi peyama dawî ya Serok Barzanî bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê hat kirin û tekez kirin li ser canê birayetiyê û hestkirin bi berpirsyaretiya dîrokî bo jinavbirina girêk û astengiyên li pêşiya çareseriyekê ku di berjewendiya hemû xelkê Kurdistanê de be.

Herwiha herdu aliyan yeknêrîn bûn ku pêwîst e aliyên siyasî yên Kurdistanê bi helwêst û şandeke hevbeş biçin Bexdayê û di gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de beşdar bibin, da ku bi diyalog û şêwazekî aştiyane çarenivîsekê bo siberoja pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de bibînin.
 

Nûçeyên têkildar