25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Desteya Mafê Mirovan: PKK zarokan direvîne..Malbat li wan gilî dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Şaxa PDKê li Helebçe Fazil Beşaretî dibêje, PKK li sînorê Helebçe çendîn zarok revandine Qendîlê û wan çekdar dikin. Desteya Mafê Mirovan a Kurdistanê jî dibêje, malbatên wan zarokan li PKK gilî dikin.

Fazil Beşaretî Berpirsê Şaxa 12 ya PDKê li Helebçe ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK li sînorê me gelek zarokan bo nava rêxistinên xwe amade dike û wan dibe Qendîlê û wan çekdar dike.”

Derbarê vê pirsê de, Berdevkê Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan li Herêma Kurdistanê Mihemed Gomeşînî ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema ku belav bû ku PKK zarokan direvîne. Piştre 2 malbatên wan zarokan ji 2 navçeyên cuda hatin û li cem me û li ser PKK gilî kirin.”

Mihemed Gomeşînî wiha got: “Piştî ku wan malbatan gilî kirin, em wek Desteya Mafê Mirovan li Kurdistanê em ligel aliyên pêwendîdar û Wezareta Navxwe civiyan û me ew pirs gihand wan. Hikûmeta Kurdistanê jî pêdeçûna xwe kiriye.”

Gomeşînî wiha got: “Me lêkolîn kir di nava hêzên ewlehiyê û Hêzên Pêşmerge de jî, lê ji me re piştrast bû ku ti zarok di nava wan de tune û rêxistinên mafê mirovan jî çavdêriya vê yekê dikin. Lê gelek caran rêxistin dibêjin PKK zarokan çekdar dike û divê dest ji wî karî berde.”
 

Nûçeyên têkildar