PKK şevê 80 milyon dînar ji gumrika sînorê Pêncwên derdixe

Hewlêr-KDP.info- Berpirsekê PDKê li sînorê Helebçe dibêje, PKK li sînorê gundên Pêncwên 6 xalên wergirtina gumrikê daniye û ji wê yekê jî şevna 80 milyon dînar bidest dixe.
Serwer Ceifer ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên PKKê li gundên Birale, Goxlan, Balan, Şiyegwêzan, Wêne, Daroxan û Seyranber xalên pişkinînê danîne û gumrikê ji wan kolberên ku diçin Rojhilatê Kurdistanê, werdigirin.”
Li gorî zanyariyên wî berpirsê şaxa PDKê, di demsala Havînî de û di şevna de, PKK li wan xalan nêzîkî 80 milyon dînar ji kolberan werdigire. Lê niha di Zivistanê de bar kêmtir diçin, lewma jî çekdarên PKKê gumrik ji 75 hezar dînar zêde kirine bo 120 hezar dînaran.Rojane otomobîleke wan ji cureyê Patrol tê û wan pereyên ku hatine komkirin, dibe.




