Daxuyaniya Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Li vê keş û hewaya tenga dirustkirî de, hinek kesên nêzîkî li birêz Malîkî daxuyaniyên ne berbirsiyarane û ne hevseng didin ku li awayê xwe de her hemû ji bilî li bangawazî kirin û buxtan bestinê ne tiştekî dine.
Ev hemû serdana Serok Barzanî ya Kerkûkê bi awayekî wesif dikin ku birastî cihê pêkenînêye. Ji ber ku baş dizanin ku Serok Barzanî mafê xwe yê serdana hemû cîheke heye û li gel ewe jî ev serdan ne ya derveyê Kurdistanê ye, ji ber ku serdana Kerkûkê bûye heta li wê bajarê bersîva daxuyaniyên tirsnakên birêz Malikî bide ku têda êrîşa hilpêkirina şerê Kurd û Erebî kiribû û Kerkûk jî bi bajarekî ne Kurdistanî danîbû.
Serok Barzanî bi vê serdana, birayaneya Ereb û Turkmenê Kerkukê dilniya kir ku bi tu awayekî rê nadin şerekî wiha rû bide û Kerkûka Kurdistanê jî bajarê hemû pêkhatane û bi cîhkirina maddeya 140 a desturê jî baştirîn mîsogeriye ji bo aramî û aştî û pêşketina vî bajarî ku eve jî peyamekî gelek rûne ji bo ewên hemû pêwendiya wan bi vê meseleyê ve heye ku her çareserek ne hindî li maddeya 140 be bi tevahî dihête ret kirin.
Dr. Umêd Sabah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
13.12.2012




