26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Almanya: Pêşmerge gef û metirsiya terorîstan li ser cîhanê kêm kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî de, Cîgirî Konsulê Giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê ragihand ku welatê wî Kurdistanê wek beşek girîng ji aramiya navçeyê dibîne.

Îro li Pîrmam Hêmin Hewramî Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yên PDKê pêşwazî li Krîsofer Burger Cîgirî Konsulê Giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê kir.

Hewramî bi navê Serkirdatiya PDKê û gelê Kurdistanê spasiya gel û Hikûmeta Almanya kir ku di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kirin û gelê Kurdistanê jî wê demê qet jibîr nake ku çawa Almanya alîkariyên leşkerî ji Hêzên Pêşmerge re şandin, helbet ew alîkariyên leşkerî di şikandina terorîstan de û parastina canê bi hezaran Pêşmerge parastin.

Ji aliyê xwe ve, Krîsofer Burger ragihand ku, gel û Hikûmeta Almanya hurmeta wan ji gurbaniyên Herêma Kurdistanê hene ku di ber azadî û aştiyê de dane. Em dizanin ku Hêzên Pêşmerge yekem hêz bûn ku DAIŞ şikandin û gef û metirsiya wan li ser asta cîhanê kêm kirin.

Cîgirê Konsulê Almanya tekez kir ku welatê wî dê berdewam be li ser perwerdeya leşkerî bo Hêzên Pêşmerge, da ku zêdetir karibin rûbirûyê terorîstan bibin, ji ber ku Almanya Herêma Kurdistanê wek beşek girîng ji aramiya navçeyê dibîne.

Nûçeyên têkildar