Biro: ENKS ligel nûnerên Brîtanya, Fransa û Almanya behsa rewşa Rojava kir

Kazaxistan-KDP.info- Serokê ENKSê Îbrahîm Biro dibêje, li Astana pirsa leşkerî li Sûriyê hat gotûbêjkirin û şanda ENKSê jî li wir ligel nûnerên Brîtanya, Fransa û Almanya civiya.
Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ku li Astana ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro kongreya Astana dest bi karê xwe kir û şandên leşkerî yên opozisyonê ligel rêjîma Sûriyê civiyan. Herwiha biryar e civînên şandên leşkerî bi çavdêriya welatên biyanî berdewam bin.”
Îbrahîm Biro wiha got: “Di kongireyê de tenê behsa pirsên leşkerî tên kirin û pirsên siyasî dê bimînin bo civînên Cenêfê. Opozisyonê daxwaz ji Rûsya kir ku garantiyê bide wan ku rêjîma Sûriyê şer li hemû navçeyan bisekinîne û Rûsya jî zextê dixe ser rêjîmê ku şer rawestîne.”
Biro wiha got: “Em wek şanda ENKSê, em beşek in ji şanda siyasî, lewma jî em di gotûbêjên leşkerî de beşdar nebûn, lê emê di dema gotûbêjên siyasî de wek ENKS beşdar bibin û îro jî em ligel nûnerên Fransa, Almanya û Brîtanya civiyan û me nêrîna xwe derbarê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê da wan.”
Li gorî Serokê ENKSê, sibe kongireya Astana bidawî dibe û derbarê encamên wan civînên leşkerî de biryar e daxuyaniyek bê belavkirin.




