26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsekî PDKê: PKK zarokên devera Helebçe direvîne

Çavkanî: KDP.info

Helebçe-KDP.info- PKK li Helebçe, Raniye, Pênciwên, Kelar û Kifrî bi eşkere ofîsên xwe vekiriye û hin xelk jî ji wan re delaliyê dikin û zarokên xelkê jirê dibin û wan han didin da ku wan bibin Qndîlê.

Berpirsê Şaxa 12 ya PDKê li Helebçe Fazil Beşaretî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro welateiyek hatibû cem me û digot kurê min ji aliyê PKKê ve hatiye revandin û niha li Şingalê ye. Herwiha digot, PKK nahêle em herin wî bibînin jî.”

Fazil Beşaretî wiha got: “PKK zêdetir zarokan ji rê dibe û kesên bi temen nikare bi wan.”

Nûçeyên têkildar