Nûnerê UN li Kurdistanê: Em piştevaniyêli biryara gelê Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hêmin Hewramî, Nûnerê UN li Herêma Kurdistanê ragihand ku gelê Kurdistanê di siberojê de çi biryarê bide ewê piştevaniyê lê bikin.
Îro li Pîrmam Hêmin Hewramî Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li Rêkardo Rodrîgz Berpirsê Nûneratiya UN li Herêma Kurdistanê û Corc Yostin Cîgirê Nûnerê yaybet ê UN li Bexdayê, kir.
Hêmin Hewramî di wê hevdîtinê de, behsa serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Swîsra û beşdariya wî di Foruma Davosê de û hevdîtinên Serok Barzanî ligel kesayetiyên siyasî û aborî kir.
Ji aliyê xwe ve, Rêkardo Rodrîgz sipasiya Hêzên Pêşmerge û gelê Kurd kir ku di van herdu salên borî da karîne bi mêrxasî xwe diyar bikin. Herwiha hêvî xwest ku pirsgirêkên Herêma Kurdistanê zû çareser bibin ji ber ku Herêma Kurdistanê tekane herêma aram e li navçeyê û divê bê pirsgirêk be.
Derbarê siberoja Herêma Kurdistanê jî, Nûnerê UN li Hewlêrê ragihand: “Di pêşerojê de gelê Kurdistanê çi biryarê bide li ser herêma xwe bidin, ewê wek UN bi temamî piştevaniyê li wê biryarê bikin û emê ligel gelê Kurdistanê bin.”




