Serok Barzanî û Joe Biden li Davosê civiyan

Siwîsra-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di kevana Korbenda Davosê de bi Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden re civiya.
Civîna Serok Barzanî û Biden saet 16:00 li gorî dema Hewlêrê dest pê kiriye.
Civîna navbera Barzanî û Biden saetekê dom kir û saet 17:00 li gorî dema Hewlêrê dawî bi civîna navbera her du serkirdeyan hat.
Serok Barzanî û Biden di vê hevdîtinê de, derbarê şerê li dijî DAIŞê, pêşhat û rewşa herêmê û herwiha pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de gotûbêj kirine.




