Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Norwêjê civiyan

Siwîsra-KDP.info- Piştî civîna li gel Cîgirê Serokê Amerîkayê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Norwêjê Borg Brende jî civiya.
Di çarçoveya birêveçûna 47emîn Korbenda Aborî ya Davosê li Swîsê, îro sêşemî 17ê Çileya 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Norwêjê Borg Brende hevdîtin pêk anî.
Di civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Norwêjê de, behsa pêwendiyên navbera Hewlêr-Oslo û hevkariyên Norwêjê bo aware û koçberên li Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Civîna Serok Mesûd Barzanî li gel Borg Brende piştî civîna Barzanî li gel Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden tê.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê li gel Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini û Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte û çend berpirsên din ên welatên cîhanê bicive, lê belê hêj dema hevdîtinan nehatiye aşkerekirin.
Serok Barzanî îro piştî nîvro di kevana birêveçûna Korbenda Davosê de, li gel Joe Biden hevdîtin pêk anîbû.




