26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kongrêsmanekî Amerîkî: Di Kongrêsa Amerîka de gelek dilsozên pirsa Kurdî hene

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayia Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Kongrêsmanê Amerîkî Adam Schiff kir û di wê hevdîtinê de, wî kongrêsmanî ragihand ku di Kongrêsa Amerîka de gelek endamên dilsoz bo pirsa Kurdî hene.

Îro 16-1-2016 Şêwirmendê Encumena Asayia Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Kongresmanê Amerîkî Adam Schiff kir û ragehand ku beşdariya çalakane ya Amerîkayê di meydana siyasî ya deverê de beşeke ji çareserî û dibe fakterekî girîng bo aramiyê û şerê dijî terorê li deverê de.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî û Adam Schiff behsa berfiretir kirina hevkariyên heyî yên di çarçoveya operasiyona azad kirina Mûsil û pêşeroja têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û her du alî tekez li ser dom kirina têkiliyên bihêz yên di navbera Kurdistan û Amerîkayê de jî kirin û di vê derbarê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Rola çalak ya Amerîkayê ya di meydana siyasî ya deverê de fakterekî girîng û beşeke ji çareserî û herwiha dibe garantora aramiyê li deverê de.”

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: “Hevkarî û hemahengiya zêdetir ya di navbera Amerîka û Kurdistanê ya bo ji nûve damezrandina deverê pêdiviyeke gelek girîng û serekiye.”

Di beşeke din ya civîna han de behsa pêvajoya piştî DAIŞê, nebûna baweriyê û mekanîzma nujen kirina têkiliyan li deverê de hate kirin.

Di dawiya civînê de jî Adam Schiff rêzdariya xwe ya li hember rola Kurdistan û hêzên pêşmerge di şerê cîhanî ya li dijî terorê de got: “Ez dixwazim spasiya we bikim jiber beşdarî û hevkariya we di şerê dijî terorê û nehêlana terorê de, rola we di vê warî de roleke girîng û têjî ji fêde bûye.”

Schiff di beşeke din ji axaftinên xwe de piştgîriya xwe bo maf û daxwazên gelê Kurd diyar kir û soza hewldan bo zêdetir kirina piştgîriya Amerîkayê bo doza Kurd da û got: “Di nava Kongresê de hijmareke zêde kongresman hene ku hevsozên doza Kurdin û Kurd bi yek ji hevpeymanên herî nêzî Amerîkayê li deverê de binav dikin.”
 

Nûçeyên têkildar