Fermandarê Pêşmerge: Kar û kiryarên PKKê xizmeta berjewendiya dijminan dike
__2017_01_16_h16m32s11__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge dibêje, tevgera PKK li Başûrê Kurdistanê zêde bûye û li cihna kar li ser têkdana rewşa Kurdistanê dikin, ku bi vê yakê ew xizmeta berjewendiya dijminên Kurdan dike.
Parlemanterê Kurdistanê û Fermandarê Hêzên Pêşmerge Cemal Mortke ji malpera KDP.info ragihand: “Reftarên PKKê niha heman ew reftar in ku di salên 90an de li hemberî Kurdan dikir û rewşa navmala Kurdî têk dida. Xizmeta berjewendiyên dijminan dike, ku dixwazin berjewendiyên welatên herêmê bicîh bikin û ev ezmûna me li Başûrê Kurdistanê jinav biçe.”
Mortke wiha got: “Wek ku Qayimeqamê Şingalê ragihand ku 2 karmendên hikûmî yên Dihokê li cihê PKKê wan şehîd bûne.
Herwiha xalên wan ên pişkinîn û kontrolê li Şingalê dibin sedema alozbûna rewşê, ku tişta ew dikin piştguhkirina îdareya Herêma Kurdistanê ye. Ji sala 1992ê de PKK ji Hikûmeta Kurdistanê nerazî ye û dijî wî bûye û berdewam jî di çeperan de bûye bo jinavbirina destkeftan.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Li gorî agahiyan tevgera PKKê û xalên wan ên pişkinînê li Başûrê Kurdistanê zêde bûne. Ew guh nadin vê rastiya ku li Başûr heye û li cihna kar bo tevliheviya rewşê dikin.”




