26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Elî Ewnî: Emê serxwebûnê ligel Bexdayê gotûbêj bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî ragihand, êdî gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê dê bên guhertin û emê pirsa serxwebûna Kurdistanê ligel wan gotûbêj bikin.

Elî Ewnî ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e komîteyeke hevbeş bo gotûbêjan ligel Bexdayê pêk were û emê awayê gotûbêjên xwe ligel Bexdayê bugherin. Vê carê emê behsa pirsa serxwebûnê bi awayekî berfirehtir bikin.”

Ewnî wiha got: “Baştirîn bijarde bo Kurdistanê ew e ku awayê gotûbêjên xwe ligel Bexdayê bughere. Serxwebûn mafê me yê rewa û desturî ye. Piştî ku em ligel Bexdayê gotûbêjan bikin emê li ser daxwaza gelê Kurdistanê mîkanîzmekê bo diyarkirina mafê xwe yê çarenivîsê deynin, ku bi riya referandumê be yan her mîkanîzmeke din be.”

Nûçeyên têkildar