26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarekî Pêşmerge: PKK îro wî berpirsê Pêşmerge bernede em bêdeng namînin

Çavkanî: KDP.info

Soran-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge dibêje, biryar e îro ew berpirsê Pêşmerge yê ku ji aliyê PKKê ve hatiye girtin, bê azadkirin, eger neyê azadkirin jî em bêdeng namînin û dê helwesta me hebe.

Lîwa Behram Erîf Yasîn Fermandarê Lîwaya 7 a Bejayî ya Soran ji malpera KDP.info re ragihand: “Duhî Berpirsê Ragihandina Lîwaya 7 Elî Wisû dema ku dixwest serdan bajarê Ranya bike li xala kontrolê ya PKKê ji aliyê PKKê ve hat girtin, ew jî bê ti sedemekê.”

Yasîn wiha got: “Me ew haydar kirine ku divê îro heta êvarê ew berpirsê Pêşmerge bê azadkirin û eger neyê berdan jî em bêdeng nabin û dê helwesta me hebe, piştî wê jî her tiştek jî çêbibe dê PKK berpirs be. Em niha li hêviya wî ne ku azad bibe û wan jî gotiye emê azad bikin.”

Nûçeyên têkildar