26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pevçûn di navbera PKK û xelkê Helebçe de derket..Kesek ji PKK hatiye kuştin

Çavkanî: KDP.info

Helebçe-KDP.info- Îro pevçûnek di navbera çekdarên PKKê û xelkê gundekî ser bi Helebçe çêbû û kesek ji PKKê hatiye kuştin.

Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê li Helebçe Farûq Ebdulkerîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Pevçûn di navbera çekdarên PKKê û xelkê gundê Mordîn ê Helebçe de derketiye û çekdarekî wan hatiye kuştin.”

Ebdulkerîm wiha got: “PKKê ew dosye biriye Qendîlê û dixwaze li wir lihevhatinekê çêbike.”

Farûq Ebdulkerîm ragihand: “PKKê li hinek navçeyên Hewraman û Helebçe xalên pişkinînê daniye û gumrikê ji xelkê werdigire û li hin navçeyan bi çekan diçin û tên. Lewma jî divê îdareya Helebçe dawiyê li binpêkirinên wan bîne.”

Nûçeyên têkildar