PKKê berpirsekî Pêşmerge girtiye..Fermandarekî Pêşnerge wan hişyar dike

Hewlêr-KDP.info- Çekdarên PKKê li xaleke kontrolê li navçeya Rewandiz berpirsekî Pêşmerge girtine. Fermandarekê Pêşmerge jî dibêje eger îro neyê berdan ew bêdeng namînin.
Behram Erîf Yasîn Fermandarê Lîwaya 7 ya Bejayî ya ser bi Wezareta Pêşmerge ve, ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji duhî danê sibehê ve, Elî Wisû Berpirsê Ragihandina Lîwaya 7 ji aliyê PKKê ve hatiye girtin. Wisû di xala kontrolê ya PKKê li gundê Guzîne yê ser bi nahiyeya Wertê ya ser bi Rewandiz ve, derbas dibe lê ji aliyê çekdarên PKKê ve hat girtin.”
Derbarê sedema girtina wî berpirsê Pêşmerge, Lîwa Behram ragihand: “Sedema girtina Elî Wisû ji aliyê çekdarên PKKê ve nayê zanîn, lê em ligel berpirsên PKKê axivîne û ew naxwazin wî berdin.”
Wî fermandarê Pêşmerhe wiha domand: “Eger PKK îro Wisû bernade bêguman dê helwesta me hebe û em bêdeng nabin li wan kiryarên PKKê.”
ji aliyê xwe ve, Qayimeqamê Soran Kirmanc Îzet ji malpera KDP.info re ragihand: “Hewlên me berdewam in bo azadkirina wî berpirsê Pêşmerge ji aiyê çekdarên PKKê ve.”




