Ciwanên ku li Bakur xendeq dikolandin, PKKê ew anîne Şingalê

Şingal-KDP.info- PKK guhertinê di pêkhateya hêzên xwe li Şingalê dike û wek Serokê Encumena Bajarokê Şingalê jî dibêje, PKKê ew ciwanên ku li Bakurê Kurdistanê di nava bajaran de xendeq dikolandin, ji Rojavayê Kurdistanê anîne Şingalê û li vir bicî kirine.
Weyis Newaf Serokê Encumena Bajarokê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “PKKê çekdarên xwe yên Bakur û Rojavayê Kurdistanê ku beşek mezin ji wan yên ku li nava bajarên Bakurê Kurdistanê xendeq dikolandin, anîne Şingalê. PKK guh nade kesî.
Bi otomobîlên camreş tên û diçin û hesab ji îdareya bajêr re nakin û bi kêfa xwe reftarê dikin.”
Newaf wiha got: “Her rojê û partiyeke nû ava dikin û çend çekdaran li xwe kom dikin. Ti rengên bajêrbûnê di Şingalê de nehiştine û êdî ti rêxistineke ji ber wan newêre bê li Şingalê kar bike.
Weyis Newaf wiha domand: “PKK bi ya Êzdiyan nake, ji ber ku ev çend car e ku kesayetî û ruspiyên Êzdiyan daxwaz ji wan kirine ku Şingalê derkeve, lê ew dibêjin em dernakevin.”




