26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Divê rewşa jiyana xelkê baş bibe û arîşeyên navxwe çareser bibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demorata Kurdistanê (PDK) bi serkêşiya Serokê Giştî yê Partiyê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya û mijarên girîng ên rojevê nirxand.

Encûmena Serkirdayetiya PDKê li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê îro bi serkêşiya Mesûd Barzanî li navenda partiyê civiya û naveroka civînê bo raya giştî bi daxuyaniyekê ragihand.

Li gorî daxuyaniya di civîna yekem a sala 2017ê ya îro serkirdetiya PDKê de amaje bi 6 xalên derbarê pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û bandora wê li ser Iraqê de hatiye kirin.

Di xalana de behsa pêvajoya kontrolkirina Mûsilê, rewşa siyasî, aborî ya Herêma Kurdistanê, peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, reformên hikûmetê hatiye kirin.

6 xalên navborî ev in:

“Yekem, pêvajoya operasyona kontrolkirina Mûsilê û çawaniya beşdariya Herêma Kurdistanê li gorî rêkeftinê pêk hatiye û herwiha girîngiya azadkirina bajêr û derdora wê ji bo ewlehiya di Herêma Kurdistanê girîng e.

Duyem, rewşa nexweyî ya Herêma Kurdistanê: Tekezî li ser cidîtiya çareserkirina pirsgirêkên navxweyî vekirî ye û bi taybetî piştî destpêşxeriya Serok Barzanî û serdana şanda PDKê ji aliyên siyasî û netewên Kurdistanê û guftûgoya rasterast li ser diyarkirina mîkanîzma cibicîkirina naveroka destpêşxeriyê, berve avakirina zemîneyekê bo yekrêzîiya navmala Kurdistanê.

Duyem, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê: Çareserkirina pirsgirêkên navxweyî bi cidî hatiye gotûbêjkirin û bi taybetî piştî peyam û daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serdana şanda PDKê ya bo aliyên siyasî û netewên Kurdistanê re û guftûgoya rasterast li ser diyarkirina mîkanîzma cibicîkirina naveroka destpêşxeriyê, ber bi avakirina zemîneyekê bo yekrêzîya navmala Kurdistanê hatiye nirxandin.

Sêyem, peywendiyên ligel Bexdayê: Tê dîtin ku hewleke tê kirin bo hilweşandina lihevkirinê û rêkeftina ku piştî rûxandina rêjîmê.  Herwiha hewl tê kirin bo perensîpa piranî û kêmanî di desthilatdariya Iraqê de were spandin, ku Kurd û Kurdistanî Yekem jê zerarê dibînin. Lewma divê rêxistin û lêvegerek di pêwendiyên Iraq û Kurdistanê de were kirin, ku di asta dîroka xebat û qurbanîdana xelkê Kurdistanê de be.

Çarem, peywendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên ciran û cîhanî re hatina serok û şandên welatan weke piştevanî bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge, xaleke erenî û girîng bû bo doza rewa ya gelê Kurdistanê.

Pêncem, civînê piştgira da da pêvajoya mekanîzmaya yasayî ya derbarê reforman de ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye diyarkirin. Herwiha derbarê rêxistin û reformên navxweyî yên PDKê de piştî bidawîanîna karê komîta diyarkirî bo amadekirina rapor û lêkoîneke guncaw, di demeke nêzîk de dest bi cibicîkirinê bike.

Şeşem, rewşa aboriya welatiyan: Welatiyên Kurdistanê bi xweragirî bergîriya li krîza darayî û keşeyên aborî kirin. Serkirdayetiya PDKê ji wê xweragiriyê re sipasiya weke pêwsîtî dizane û divê hewlên cidî werin kirin bo başkirina jiyana xelkê. Herwiha hat hêvîkirin ku piştevaniya hewla hikûmeta herêmê bê kirin bo derbaskirina û sala 2017an bibe sala serkeftina li ser pirsgirêkên siyasî û aborî û bibe sala yekrêzî hemû aliyên siyasî.”
 

Nûçeyên têkildar