26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PKK li Başûrê Kurdistanê gumrikê ji xelkê distîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Parlemantoya Kurdistanê dibêje, jibilî Şingalê, PKK li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê gelek xalên kontrolê danîne û gumrikê ji xelkê werdigre, ku ev yek jî bûye rêgir li pêşiya karûbarê rojane yên xelkê.

Parlamenter Nazim Herkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Jibilî Şingalê, ku PKK çekdarên xwe li wir belav kirine û xalên kontrolê li wir daniye, li gelek navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê PKKê xalên kontrolê danîne û bi hênceta parastina deverê gumrik û bacê ji xelkê werdigirin, lewma jî xelk li dijî wan gilî dikin, ku çekdarên PKKê rê nadin wan karûbarê xwe bikin.”

Herkî wiha got: “Em wek Komîteya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê dibînin ku ji ber hebûna PKKê li wan navçeyên sûnorî, Hikûmeta Kurdistanê nikare wan navçeyan ava bike, herwiha ji ber ku PKK destê xwe datîne ser alîkariyên ku diçin wan gundan. Jibilî Hikûmeta Kurdistanê jî gelek aliyên navdewletî dixwazin alîkariya Şingal û navçeyên sînorî bikin lê PKK rêgir e.”
 

Nûçeyên têkildar