Ji ber PKK, balafirên Tirkiyê li gundekî Başûrê Kurdistanê dan

Dihok-KDP.info- Ji ber hebûna çend çekdarên PKKê li sînorê nahiyeya Kanî Masî ya Dihokê, balafirên Tirkiyê li gundekî wê navçeyê dan û di encamê de malên welatiyan wêran bûn.
Rêveberê Nahiyeya Kanî Masî Elend Guge ji malpera KDP.info re ragihand: “Derengiya şevê din, balafirên Tirkiyê çend çekdarên PKKê li nava gundê Seferiya Kevin ya ser bi nahiyeya Kanî Masî dîtine û piştre ew gund bombebaran kirine û di encamê de 4 malên welatiyan wêran bûne, lê tişta baş ku ti ziyanên canî çênebûne.”
Elend Guge wiha got: “Çekdarên PKKê cih û navendên xwe li navçeyê çêkirine û ji ber hebûna wan li wê navçeyê gelek gund nehatine avakirin û gundên ku hatine avakirin jî berdewam tirs heye ku PKK xwe nêzîkî wan bike û balafirên Tirkiyê jî li wan bidin, ji ber ku berdewam ew balafirê ji ber PKK li navçeyên Başûrê Kurdistanê didin. Gelek caran xelkê daxwaz ji wan kiriye ku ji gundan dûr bikevin, lê PKK razî nabe.”




