26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Gedo: ENKS dixwaze bi şandeke serbixwe beşdarî Astanayê bibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- ENKS di kongreya Astana ya bo çareserkirina kirîza Sûriyê dibe û endamekî ENKSê jî dibêje, em danûstandinan ligel Tirkiye û Rûsiyê dikin ji bo ku ENKS bi şandeke serbixwe di wê kongireyê de beşdar bibe, da ku rolan Kurdan hebe di siberoja gelên Sûriyê de.

Endamê ENKSê Şelal Gedo ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêj ENKS bi awayekî fermî bo kongireya Astana li paytexta Kazaxistanê di dawiya vê mehê de, nehatiye vexwendin, ku herdu welatên Tikriye û Rûsya serperiştiya danûstandinan dikin bo çareserkirina kirîza Sûriyê, lê em wek ENKS dixwazin di wê kongireyê de beşdar bibin û em niha gotûbêjan ligel herdu wezaretên derve yên Tirkiye û Rûsya dikin.”

Gedo wiha got: “Hêzên opozisyona Sûriyê di kongireyê de beşdar dibin û em wek ENKS jî dixwazin bi şandeke serbixwe di kongireyê de beşdar bibin, da ku em daxwazên Kurdan bixin pêşiya hemû aliyan û mafê Kurdan li Sûriyê parastî be, herwiha Kurd rolekê di çareserkirinê de bibînin.”

Şelal Gedo wiha domand: “Em di wê baweriyê de ne ku ev kongire dê xwedî giringiyeke mezin be û dê hemû aliyên opozisyonê lihev kom bike, lewma jî nabe Kurd jê bên dûrxistin, ji ber ku Kurd beşeke sereke ji pirsgirêka Sûriyê ye. Em beşdar bibin jî, emê mafê Kurdan li Sûriyê garantî bikin.”

Nûçeyên têkildar