PKK mejyê zarokên Êzdî dişo..Wan fêrî dijminatiyê dike

Şingal-KDP.info- Serokê Encumena Bajarokê Şingalê Weyis Nayif ragihand ku, PKKê çend avahî li derdora Şingalê qaşo kirine dibistan, lê armanca wan şûştina mejiyê zarokên Kurdên Êzdî ye û herwiha wan fêrî dijminatiyê dikin.
Weyis Nayif ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK hin cih navê wan kirine dibistan, lê ew xwendin û bawernameyên ku şagirtên wan werdigirin nayên hesabkirin û îtîraf bi wan nayê kirin. Lê tenê armanca PKKê ew e ku mejiyê zarokan bişo û wan fêrî dijminayetiyê bike.”
Nayif wiha got: “Êdî malbatên wan zarokan jî dizanin ku ti sûdek ji wan dibistanan tune ye, lewma jî roj bi roj ew malbat zarokên xwe ji wan dibistanan dûr dixin û berê xwe didin dibistanên Hikûmeta Kurdistanê.”




