26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê herêma Kurdistanê pêşwazîya balîyozê Çîk yê li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

 

birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selaheddînê pêşwaziya birêz "Joseph Frabic" Balyozê welatê Çîk li Iraqê kir.

Di evê hevdîtinê de, Balyozê welatê Çîk ji bilî nîşandana xweşhaliya xwe bo evê seredanê weha jî ragihand, ku welatê wî bi nîyaza pêwendîyan digel Herêma Kurdistanê ne tenê di biwarê siyasî û aborî û bazirganîyê de, belê di warên din de jî  dê zêdetir ber pêş ve bibe.

Di evê derbarê de weha jî da nîşandan, ku dê şandeka pîşesazî û bazirganiya  bi Serokatîya Wezîrê Pîşesazî û Bazirganîyê seredana Herêma Kurdistanê bike bo ku guftûgoyan digel aliyên pêwendîdarên Herêmê di evê warê bike.

Serok Barzanî balkişand ser pêwendiyên dîrokî navbera herdu gelên Çîk û Herêma Kurdistanê û tekezî ser evê çendê jî kir, ku Herêm dixwaze baştirîn pêwendiyê xwe digel welatên dost saz bike.

Herweha amadeya Herêma Kurdistanê jî li her kar hêsanîyekê ku dibê sedema pişkdarîya kompanîyên Çîk derbirî,  bi awayekî berfireh bikare di avakirin û geşepêdan û xurtkirina aborîya  Herêma Kurdistanê de bike.

Nûçeyên têkildar