26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmergeyên dêrîn dixwazin ligel Wezareta Pêşmerge mûçeyê xwe werbigirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Dezgeha Îlonê ya pêşmergeyên dêrîn Qadir Qadir ragihand ku biryar e ew wek nûnerê pêşmergeyên şoreşa Îlonê û pêşmergeyên dêrîn, hejamrek daxazî amade bikin û serdana Serokê Herêma Kurdistanê bikin, da ku wan daxwazên xwe bighînin destê wî.

Qadir Qadir ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya çend mehan me wek Dezgeha Îlonê ya pêşmergeyên dêrîn, serdana Serok Barzanî kir û me di wê serdanê de daxwaza pêşmergeyên teqaud ango xanenşîn gihand destê Serok Barzanî, wî jî soz da ku di serî de navê zêde ji nav wan nehêle û piştre vê pirsgirêkê çareser bike û me bixe ser Wezareta Pêşmerge da ku e, ligel Hêzên Pêşmerge mûçeyê xwe werbigirin. Lewma jî piştî civîna me ligel Serokê Herêma Kurdistanê di cih de me dest bi amadekirina navê rast ên pêşmergeyên dêrîn û şoreşa Îlonê kir.”

Qadir wiha got: “Me nav amade kirine û biryar e em dîsa ligel Serok Barzanî bicivin û van navan bighînin destê wî. Herwiha hin daxwazên me yên din jî hene emê bighînin wî, wek, em dixwazin mehane mûçeyê me bê belavkirin û perçeyên erd bighê pêşmergeyên dêrîn û herwiha salên wan ên xebatê wek xizmet ji wan re bê hesabkirin.”

Nûçeyên têkildar