Sibe rêwresmên cejna rojiyên Êzî dê hêne gêran

Piştî Êzîdî sê rojan rojî digrin, roja carê dibe cejna rojiyên Êzî ku dikeve roja 14/12/2012 ê, di vê rojê de li hemû deverên Êzîdiyan rêwresmên vê cejnê dihêne gêran.
Xeyrî Buzanî rêveberê giştiyê karubarên Êzîdiyan li wezareta ewqafa ya herêma Kurdistanê bo Evro diyarkir ku bi hijmara rojhelatî ev cejne dikeve îna yekê ji heyva kanûna yekê û reh û rîşalên wê bo berî çendeha salan dizivrin.
Buzanî xuyakir ku micêwir û çirayên xasên gund vêdixin û xelkê qest dikenê, berî vê cejnê Êzîdî sê rojan rojî digrin, piştî wan sê rojan, roj ber bi dirêjbûnê diçin û şev kurt dibin.
Rêveberê giştiyê karubarên Êzîdiyan xuyakir ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi rengekê fermî çendîn cejnên Êzîdiyan yên kirne bêhinvedan ku cejna rojiyên Êzî yek ji wan cejnane




