26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yekîtiya Ewropa: Divê Itîlafa Nîştmanî a Sûrî mafê kurdan nas bike

Çavkanî: KDP.info

Berpirsên yekîtiya Ewropa daxwaz ji Itîlafa Nîştmanî a Sûrî kirin ku dergehên xwe bo hemû pêkhatên Sûriyê ve bike û beriya hemûyan jî kurdan û kirîsitiyanan hembêz bike û mafê hemû pêkhatên Sûriyê nas bike.


Li bajêrê Birukisel yê paytexta yekîtiya Ewropa katirîn şiton berpirsa siyaseta derve ya yekîtiya Ewropayê li gel Mûaz Elxetîb serokê Itîlafa Nîştmanî a Sûrî kombûnek encam da û di kombûnê da daxwaz ji serokê hevpeymaniya nîştmaniya Sûriyê kir ku hemû aliyên siyasî û pêkhatên cuda yên civaka Sûriyê hembêz bikin û got: " Pêdivî ye kurd û kirîsitiyan bi rengekî berçav di nav hevpeymanyê da cih bigirin û rolê wan di nav hevpeymaniya nîştmanî da berçav be û hevpeymaniya nû rêzê li mafê mirovî bigire û civakê sivîl yê Sûriyê bi hemû rengên wê ve qebûl bike."

Nûçeyên têkildar