PKK rêgir e li avakirina 3 hezar xaniyan ji xelkê Sinûnê re

Sinûn-KDP.info- Rêveberê Nahiyeya Sinûnê Nayif Seydo ragihand ku eger PKK bihêle û ji nahiyeya Sinûnê derkeve dê rêxistineke biyanî zêdetirî 3 hezar xaniyan bo xelkê Sinûnê ava bike.
Nayif Seydo ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger PKK ji Sinûnê derkeve û pirojeyên xizmetguzariyan li wir bên bicîkirin, dê hemû xelkê wê nahiyeyê vegerin ser mal û warê xwe, ku heta niha zêdetirî 8 hezar û 500 malbat vegeriyane navçeyê.”
Seydo wiha got: “Rêxistinek biyanî bi navê Hapîtan ragihandiye ku ew amad ne 3 hezar xaniyan bo welatiyên Sinûnê ava bike, bi taybetî jî bo wan malbatên ku xaniyên wan xerab bûne yan jî DAIŞê xaniyên wan wêran kirine. Heta niha jî 125 xanî ji aliyê wê rêxistinê bo xelkê gundê Herdanê hatine avakirin, ew jî wek pêngava yekem ji avakirina wê navçeyê re.”
Seydo wiha domand: “Eger PKK ji Sinûnê derkeve dê ew rêxistin zûtir alîkariya navçeyê bike, ji ber ku gelek rêxistinan xwestine alîkariya nevçeya me bikin lê dema ku zanîne PKK li vir e, poşman bûne û vekişyane, lewma jî eger PKK derkeve dê zûtir navçe bê avakirin û xelk vegerin ser wanên xwe, lê mixabin hêj PKK li Xanesor û Serdeşt û Şingalê binke û navendên xwe vedike.”




