26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Japonya ji ber pêgeha bihêz a Kurdistanê konsulxaneya xwe vekir”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Frakisyona YNKê di Encumena Parêzgeha Hewlêrê de dibêje, vekirina Konsulxaneya Japonya li Herêma Kurdistanê pir girîng e û ew welat dizane ku Kurdistan di guhertinên Rojhilata Navîn de xwedî pêgeheke bihêz e, lewma jî nûneratiya welatê xwe li Hewlêrê vekir.

Duhî bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Konsulxaneya Japonya li Hewlêrê hat vekirin.
Derbarê wê yekê de, Serokê Frakisyona YNKê Rêbaz Bîrkotî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di vê demê de pêwendiyên dîplomatîk bo Herêma Kurdistanê Kurdistanê pir girîng in , netenê ligel welatekî mîna Japonyayê lê belê ligel hemû welatan, nexasim di warên siyasî, aborî, bazirganî û çalakiyên mirovî û medenî de.”

Bîrkotî wiha got: “Tema ev welatên mezin konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vedikin, dizanin Kurdistan li Rojhilata Navîn dê xwedî pêgeheke girîng be li di guhertinên vê carê de.”
 

Nûçeyên têkildar