26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qamişlo.. 30 girtiyên ENKSê winda ne..Me haya Amerîka jî pê xistiye

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Xalid Elî dibêje PYD berdewam e li ser siyaseta xwe ya girtin û eşkencekirina siyasetmedar û çalakvanên Rojavayê Kurdistanê, herwiha Amerîka jî soza dîvdeçûnê daye wan.

Xalid Elî ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha 30 girtiyên ENKSê di zindanên PYDê de ne û çarenivîsa wan nexuya ye. Yek ji wan mamoste Mihemed Îsmaîl e ku Berpirsê Polîtburoya PDK-Sê ye û 2 ji wan jî endamên Emîndariya ENKSê ne û ew jî çarenivîsa wan nediyar e.”

Elî wiha got: “PYD berdewan e li ser siyaseta xwe ya girtin û eşkencekirina siyasetmedar û çalakvanên Rojavayê Kurdistanê û tometên nerast bi wan vedike. Me haya Amerîka jî pê xistiye ji wan kiryarên PYDê.”

Wî endamê Nûneratiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê wiha domand: “PYDê hêza xwe xistiye xizmeta karê hizbî û wê hêzê li dijî partiyên din ên Kurdî bikar tîne.”
 

Nûçeyên têkildar