Ocalan: Nêzîk dê rola Serok Barzanî di çareserkirina pirsa Kurd li Bakur derkeve

Hewlêr-KDP.info- Osman Ocalan Siyasetmedarê Kurd û birayê Rêberê PKKê Endulah Ocalan dibêje, Serok Barzanî serokê neteweya Kurd e û dê nêzîk rola wî di çareserkirina pirsa Kurdî li Bakurê Kurdistanê derkeve.
Osman Ocalan ji malpera KDP.info re ragihand: “Serok Barzanî serokê neteweya Kurdî ye û ew dikare dubare rolekê bibîne di pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de, da ku rewş li wir vegere wek berê, lewma jî ez di wê baweriyê de me ku dema Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim serdana Hewlêrê kir, Serok Barzanî behsa wê mijarê ligel wî kiriye û di pêşerojê de jî dê bandora wê serdanê eşkere bibe û dê rola Serok Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çareserkirina pirsa Kurdî li Bakurê Kurdistanê derkeve.”
Ocalan wiha got: “Ji aliyekî din ve, pêwîst e PKK ji navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê vekşe û rê bide xelkê ku vegerin ser mal û warên xwe û navçeyên xwe ava bikin.”
Attachments area




