Konsulxaneya Japon li Herêma Kurdistanê hat vekirin

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Konsulxaneya Japonya bi fermî li Herêma Kurdistanê hat vekirin.
Îro Çarşemê 11-1-2017 di merasîmekê de Konsulxaneya Japonya bi fermî li Hewlêrê hat vekirin.
Di wê merasîmê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Berpirsê Ofîsa Konsulxaneya Japonya li hewlêrê kir û destxweşî li biryara Japon bo vekirina nûneratiya welatê xwe li Hewlêrê kir û piştgiriya Hikûmet û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo kar û çalakiyên wî nîşan da.
Herwiha hêvî xwest ku vekirina ofîsa Konsulxaneya Japon li Hewlêrê bibe sedema zêdetir pêşxistina pêwendiyên dualî yên di navbera Kurdistan û Japonya de di hemû waran de, bi awayekî ku di berjewendiya herdu aliyam de be.




