26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingalî: Bexda naxwaze PKK ji Şingalê derkeve

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Endamê Parlemantoya Iraqê Dr. Macid Şingalî dibêje, Bexda di mijara derxistina PKK ji Şingalê neciddî ye, ji ber ku PKK bi xwe dibêje Bexda alîkariya me dike.

Dr. Macid Şingalî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Iraqê di mijara derxistina PKK ji Şingalê neciddî ye, helbet eger bixwazin PKK ji Şingalê derkeve çima alîkariya wê dikin?.”

Ew parlemanterê Iraqê wiha got: “Berdevkê Hikûmeta Iraqê ji me re gotiye ku ew amade ne hêzeke hevbeş ji artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge li Şingalê bicîh bikin û PKK ji Şingalî derkeve, lê PKK bi xwe dibêje Bexda alîkariya me dike.

Şingalî wiha domand: “Li gorî destura Iraqê hebûna PKK li Şingalê nedesturî ye, ji ber ku nabe jibilî hêzên Iraqê ti hêzeke din li navçeyê hebe, lewma jî hebûna PKK neyasayî ye û eger ji Şingalê dernekeve dê ziyanê bighîne Herêma Kurdistanê.”

Dr. Macid Şingalî ragihand: “Hemû alî li ser xetê ne ku PKK ji Şingalê derkeve û Amerîka dibêje divê PKK ji wê navçeyê derkeve, ji ber ku ji ber PKK Şingal nayê avakirin û xelk venagerin ser malên xwe.”

Nûçeyên têkildar