26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Japon: Kurdistan bo me girîng e..Emê pêwendiyên xwe berfirehtir bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Japonyayê bo Karûbarên Derve civiyan û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku Herêma Kurdistanê bo welatê wan pir girîng e û ewê pêwendiyên xwe ligel Hewlêrê berfirehtir bikin.

Îro 11-1-2017 Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî pêşwaziya Wezîrê Dewletê yê Japonyayê bo Karûbarên Derve Kintaro Sonora û şandeke pê re kir û di vê civîna han de Mesrûr Barzanî diyar kir ku pêşerojeke geş li benda gelê Kurdistanêye ku ji ber vê yekê jî aramî û vejandineke zêdetir di her warî de li deverê de tê bidestxistin.

Di berdewamiya civîna han de ku her yek ji balyozê Japonê yê li Bexdayê û konsulusê Japonê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bûn behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Japonê yên di warê cuda cuda de hate kirin û di vê derbarê de jî Mesrûr Barzanî got: Vekirina Konsulusxaneya Japonê ya li Hewlêrê bo xweş kirina derfetên zêdetir bo berejwendiyên du alî, pêngaveke gelek pêşkeftî û girîng e.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku pêşerojeke geş li benda gelê Kurdistanê deye û jiber vê yekê jî aramî û vejandineke zêdetir li deverê de zal dibe.

Li hember de jî Kintaro Sonora behsa qehremanî û jêhatî bûn û qurbanî danên hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê û terorîzma cîhanî kir û got: Kurdistan bo Japon gelek girînge û Japon dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê bihêztir û berfiretir bike.

Sonora herwiha eşkere kir ku plana hikûmeta Japonê ewe ku ew têkiliyên han berfiretir bike bi awayekî ku warên çandî, perwerdehî û bingeh û jêrxana Kurdistanê jî bigre nava xwe.

Di dawiya hevdîtina han de pêşhat û guhertinên çaverêkirî yên li deverê, berdewamiya operasiyona azad kirina Mûsilê û hemahengiya navbera Bexda û Hewlêrê bo çareser kirina kêşeyên heyî bi rêya diyalogê, hatin nirxandin.

Nûçeyên têkildar