26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûkî: Çend navendên DAIŞê hatin wêrankirin..Gelek ji wan hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Dr. Kemal Kerkûkî dibêje, careke din terorîstên DAIŞê li eniya me hatin şikestin, çend navendên wan hatin wêrankirin û gelek terorîstên wan jî hatin kuştin.

Dr. Kemal Kerkûkê ku Endamê Polîtburoya PDKê ye jî, ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev demek e ku terorîstên DAIŞê li eniya Rojavayê Kerkûkê dixwestin êrişî çeperên Pêşmerge bikin, nexasim li gundê Menspriye û derdora wê de, lê bi alîkariya tîmên alîkariya eniya me û odeya operasyonê û Hêzên Pêşmerge, me çavdêriya wan kir heta îro saet 9ê sibehê, ku me zanyariyên rast dan balafirên Hevpeymaniya Navdewletî û wan jî bi tundî li cihên wan terorîstan dan.”

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê wiha got: “5 caran balafiran li cih û navendên DAIŞê dan, ku navendên wan wêran kirin û herwiha şofeleke wan wêran kirin û gelek terorîstên wan kuştin.”

Nûçeyên têkildar