Çavdêrekî siyasî: Kurdistan bûye navenda dîpolmatîka navçeyê

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrekî siyasî dibêje, siyaset û dîplmatîka Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bûye sedem ku êdî cîhan Herêma Kurdistanê wek navenda dîplomatîk a navçeyê bibîne.
Mûayed Teyîb Çavdêrê siyasî û parlemanterê berê yê Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand: “Par sala serkeftina dîplomatîk ya Kurdistanê bû li ser asta hemû cîhanê. Îsal jî tê çaverêkirin ku Herêma Kurdistan zêdetir bala cîhanê bikşîne û xwedî giringiyeke mezin be. Helbet ev yek jî vedgere bo siyaseta Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê, ji ber ku Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de roleke mezin dîtiye û kariye serkeftî be li dijî metirsîdartirîn rêxistina terorê li ser asta cîhanê. Hevdem Kurdistan kariye pêşwaziyê li bi sedan hezar koçberên Iraq û Sûriyê bike û bibe ciheke aram ji wan re.”
Wî çavdêrê siyasî wiha got: “Herêma Kurdistanê bûye wek dewletekê û di siyaseta cîhanê de cihê xwe girtiye, ku bûye cihê pêkvejiyana pêkhateyên olî û neteweyê jî, ku her kes di vê herêmê de bi aramî û xweşî dijî. Ez dibêjim hemû cîhan gihîştiye wê baweriyê ku Herêma Kurdistanê bûye navendek bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyê û li meydaneke dîplomatîk, nexasim di pirsa şerê DAIŞê de.”




