26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK û YNKê komîteyeke hevbeş bo referandûm û serxwebûnê ava dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Herdu Polîtbîroyên Partiya Demokrat Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piştî bidawîbûna civîna herdu aliyan, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û ragihandin, di civînê de pêwendiyên herdu aliyan, hewla bo çareserkirina pirsgirêk û giriftên hêzên siyasî yên perçeyên din yên Kurdistanê û çawaniya çareserkirina krîza darayî hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya hevbeş ya herdu Polîtbîroyên PDK û YNKê de hat, bi hestkirin bi erkê dîrokî yê herdu partiyan di vê qonaxa hestiyar de ya ku Herêma Kurdistanê û navçê tê re derbas dibe û parastina berjewendiyên bilind yên netewa Kurd û destkeftên ku piştî raperîna ku bi xwîn û xebatê hatiye bidestxistin û ji encama karê hevbeş û yekrêziya navmala Kurdî bûye.

Herwiha daxuyaniyê amaje kir, îro şanda Pîlotbîroya herdu partiyan li bajarê Hewlêra paytext civiyan û ev pirs gotûbêj kirin.
Yekem, pêwendiyên di navbera herdu aliyan, bo zêdetir gotûbêjkirin û perepêdan û guncawdina pêwendiyan li gor mercên nû, bi

taybetî di warên hikumranî û pêwendiyên Kurdisatanî û pêwendiya Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta federal û welatên cîhanî.

Duyem, Hewl bo çareserkirina pirsgirêkan û giriftên siyasî yên hêzên siyasî yên perçeyên din yên Kurdistanê û rêzgirtin li serweriya yasa û destênewerdan di karûbarê hev du.

Sêyem, çawaniya çareserkirina krîza darayî, ya ku rastî xelkê Kurdistanê bi giştî û mûçexwaran jî bi taybetî hatiye, kirin. ji ber wê jî divê herdu alî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re piştevan û hevkar bin.

Çarem, peydakirina rêşûnên guncaw bo çareserkirina pirsgirêkan û bi taybet jî mijara çalakirina parlamentoya Kurdistanê.

Pêncem, avakirina komîteke hevbeş ku nûnertiya hemû aliyên siyasî û pêkhateyên neteweyî jî bike, ev komîte mijarên weke pirsgirêka herêmên 140, referandûm û serxwebûna Kurdistanê yekalî bike. 

Şeşem, civînên di navbera herdu aliyan de berdewam dibin, bo di demeke nêzîk de bigihin rêkeftinekê, da ku karibin ji hemû pirsgirêkan re çareseriyên guncaw bibînin.

 

Nûçeyên têkildar