26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê bersiva wê derewa PYDê da

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva tohmetên Partiya Yekitiy Demokratîk (PYD) da ku îdia kiribû helîkopterên şer yên Tirkiyê ji Herêma Kurdistanê re êrişî Rojava kirine.

PYDê çend roj berê îdia kiribû ku roja 3 vê mehê, 5 helîkopterên şer ên Tirkiyê li navendeke serbazî li Herêma Kurdistanê rabûne û êrişî gundê Til Elo li Kantona Cizîrê ya Kurdistana Rojava kirine.

Derheqê vê tohmetê de, hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û bi tundî bersiva PYDê da.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku ew tohmet û buxtanên PYDê derew in û nîşana wê ne ku ewên ku ew buxtan li Herêma Kurdistanê dane “gelekî nexweş in”.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin ku ew tohmeta PYDê “kenê mirov tîne” çimkî li Herêma Kurdistanê ti navendeke serbazî nîne ku balafirên şer jê rabibin û li Rojava bidin.


 

Nûçeyên têkildar