26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Japon bi fermî konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryara vekirina Konsulxaneya Japonya li Hewlêrê bilind nirxand û piştgiriya temam a hikûmetê jî bo kar û çalakiyên konsulxaneya Japonya diyar kir, ew jî bi mebesta pêşxistina pêwendiyan herdu aliyan de di hemû waran de.

Îro danê êvarî 10-1-2017 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dewletê yê Japonya bo Karûbarê Derve Kîntaro Sunora û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan kêfxweşiya xwe bi serdana Kurdistanê bo cara duyem nîşan da û pêşkeftina Herêma Kurdistanê û mêrxasiya Hêzên Pêşmerge û xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî terorê û hewandina hejmareke zêde ji koçberan, bilind nirxand. Herwiha wezîrê Japonî tekez kir ku welatê wî amade ye wek berê, niha û di siberojê de jî alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Şanda mêvan amaje bi wê yekê kir ku Hikûmeta Japonyayê di dema ku deynên stratejîk dida Hikûmeta Iraqê tekez li ser para Herêma Kurdistanê ji wan deynan dikir, lewma jî çend pirojeyên stratejîk li Kurdistanê hatine cîbicîkirin. Herwiha tekez kir ku welatê wan dê alîkar be di pêşxistina aboriya Herêna Kurdistanê de.

Wezîrê Japonî ragihand ku welatê wî biryar daye sibe Çarşemê 11-1-2017 bi awayekî fermî konsulxaneya xwe ya giştî bi fermî li Hewlêrê veke, ku ev yek jî dibe sedemek bo pêşxistina pêwendiyên dualî di hemû waran de.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî alîkariyên Japonyayê bo Herêma Kurdistanê bilind nirxand û bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destxweşî li biryara vekirina konsulxaneya Japonya li Hewlêrê kir û piştgiriya temam a hikûmetê jî bo kar û çalakiyên konsulxaneya Japonya diyar kir, ew jî bi mebesta pêşxistina pêwendiyan herdu aliyan de di hemû waran de.

Nûçeyên têkildar