Li Helebçe xwendin li dibistanan destpê kir

Helebçe-KDP.info- Rêveberê Perwerdeya Parêzgeha Helebçe bi wekalet Aras Mihemed dibêje, êdî proseya xwendinê li Helebçe destpê kiriye û li piraniya dibistanan dewam normal e. Herwiha dibêje, eger mamoste hîn jî bên handan dê proseya xwendinê baştir jî bibe.
Aras Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Xwendina dibistanan li parêzgeha Helebçe destpê kiriye û mamoste vegeryane ser dewamê xwe. Eger bê û Hikûmeta Kurdistanê pereyên handana mamosteyan jî bide, dê proseya xwendin û dewamê mamosteyan baştir bibe.”
Derbarê çarenivîsa wam dibistanên ku hêj xwendina wan destpê nekiriye, Mihemed wiha got: “Her dibistanek dewamê wê destpê neke dê Wezareta Perwerde biryarê li ser çarenivîsa xwendevanên wê bide.”




