“Kurdistan bûye xwedî asteke bihêz li ser asta navdewletî”

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat li Kurdistanê Xefûr Mexmûrî dibêje, Herêma Kurdistanê niha li ser asta navdewletî bûye xwedî pêgeheke bihêz e, lewma jî pêwîst e aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û sûd ji vê derfetê bibînin.
Xefûr Mexmûrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro pêgeha Herêma Kurdistanê pir girîng e û welatên cîhanê pir bi giringî li Herêma Kurdistanê dinerin, serdana berpirsên welatan jî wê pêgeha girîng û bihêz eşkere dike, herwiha ew welat dizanin ku êdî Herêma Kurdistanê bûye dîfakto û îtîrafê jî bi Kurdistanê dikin.”
Mexmûrî wiha got: “Pêwîst e aliyên siyasî kêşe û pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û sûdê ji vê pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê werbigrin û perjewendiyîn neteweyî û niştimanî di ser her tiştî re bibînin, ji ber ku derfeteke pir baş hatiye pêşiya me û divê em ji destê xwe bernedin.”




