Bizava Îslamî: Divê êdî amadekariyên serxwebûnê bên kirin

Hewlêr-KDP.info- Îro Polîtburoya PDKê civiya û di wê civînê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û gera duyem ya danûstandinan ligel aliyên siyasî hat nirxandin. Endamekî Polîtburoya Bizava Îslamî ya Kurdistanê jî dibêje, divê ew danûstandin bilez lidar bikevin û êdî amadekariyên serxwebûnê bên kirin.
Piştî belavbûna peyama Serok Barzanî ya ku tê de daxwaza gotûbêjan di navbera aliyên siyasî de kiribû, şandeke PDKê serdana aliyên siyasî kiribû û li gorî agahiyan di çend rojên bê de gereke nû ya danûstandinan destpê dike.
Derbarê wê yekê de, Ebdulah Wertî Endamê Polîtburoya Bizava Îslamî ya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi nêrîna me divê PDKê lezê bike bo destpêkirina xula duyem a danustandinan, ji ber ku em dixwazin pirojeya Barzanî cihê xwe bigire û niha partiyên siyasî li hêviya wê pirojeyê ne. Êdî divê amadekarî bên kirin bo bidestxistina xwena hemû gelê Kurdistanê ku serxwebûna Kurdistanê ye. Ev piroje jî bingeheke baş da ku aliyên siyasî bighên rêkeftinekê û ev aloziya siyasî li Herêma Kurdistanê bidawî were.”
Ebdulah Wertî wiha got: “Eger aliyên siyasî bi wê pirojeyê ve pêbend nebin, divê hilbijartinên pêşwext bên kirin û wê demê hikûmeteke nû bê avakirin û her tişt yekalî bibe.




