26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Tirkiye dê alîkariya avakirina Şingalê bike”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Frakisyona Bereya Tirkmanî ya Tirkmanî di Parlemantoya Kurdistanê de Aydin Marûf ragihand ku piştî şerê DAIŞê dê Tirkiye alîkariya avakirina Şingal û Tilefer û navçeyên din bike.

Aydin Marûf ji malpera KDP.info ragihand: “Serdana Serokwezîrê Tirkiyî bo Herêma Kurdistanê di demeke guncayî de hat, ji ber ku giraniya siyasî ya Herêma Kurdistanê eşkere bûye, herwiha Tirkiye jî xwedî ezmûneke baş e, lewma jî pêwîst e pêwendiya di navbera Hewlêr û Enqere de berfirehtir bibe.”

Marûf wiha got: “Wezîrên Perwerde û Tendirûstiyê û Bergiriyê di nava şanda Serokwezîrê Tirkiyê de bû û ev yek nîşan dide ku Tirkiye giringiyê dide bi pêwendiyên xwe yên tendirûstî û perwerdeyî ligel Herêma Kurdistanê. Herwiha Tirkiyê diyar kiriye ku ewê alîkar be di avakirina Şingal, Tilefer û navçeyên din de bike.”

Nûçeyên têkildar