26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nûnerê Tirkmanan: Tirkiye wek dewlet kar ligel Herêma Kurdistanê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Tirkmanan di Parlemantoya Kurdistanê de Cewdet Necar dibêje, pêwendiyên welatan ligel Herêma Kurdistanê wek dewlet e ne wek herêmek e, ev yek tê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê di bin serkirdayetiyeke baş û yekgirtî de ye ku ew jî Serok Barzanî ye ku Kurdistan gihandiye vê astê. Herwiha dibêje, Tirkiye jî gihîştiye wê baweriyê ku baştirîn dostê wê li navçeyê Kurd in.

Cewdet Necar ji malpera KDP.info re ragihand: “Herêma Kurdistanê xwe gihandiye asteke navdewletî. Welat ligel Kurdistanê wek welat kar dikin ne wel herêmekê. Ev yek jî ji ber serkirdatiya baş û yekgirtî ya Kurdistanê ye, ku ew jî Serok Barzanî ye ku Kurdistan gihandiye vê astê, herwiha Hêzên Pêşmerge jî di bin yek alayê de û bê cudahî şerê terorê dikin.”

Nûnerê Tirkmanan wiha got: “Welatên cîhanê wek welat kar ligel Herêma Kurdistanê dikin ne wek herêmekê. Herêma Kurdistanê jî hemû bingehên dewletbûnê li xwe digire û xwedî serokekî bihêz e ku roj bi roj pêwendiyên Kurdistanê ligel welatên cîhanê bihêztir dike, lewma jî serokên welatên cîhanê serdana Kurdistanê dikin.”

Nûçeyên têkildar