26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serfermandarê Pêşmerge: Serokwezîrê Tirkiyê serkeftinên Pêşmerge pîroz kirin

Çavkanî: KDP.info

Çiyayê Zertik-KDP.info- Serfermandarê Pêşmerge Ferîq Cemal Îmênkî dibêje, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim serdaneke meydanî bo çeperên Pêşmerge kir û destxweşî li fermandarên Pêşmerge kir di şerê li dijî DAIŞê de.

Ferîq Cemal Îmênkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya demekê Serokê Fransa û îro jî Serokwezîrê Tirkiyê ligel Serok Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li eniya şer li ser Çiyayê Zertik kirin, da ku ji nêzîk ve haydarî serkeftin û qehremaniyên Pêşmerge li dijî DAIŞê bibin.”

Îmênkî wiha got: “Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildrim ji nêzîk ve serdana Hêzên Pêşmerge li ser Çiyayê Zertik kir û destxweşî li wan kir li ser serkeftinên ku bi destve anîne. Serdana wî meydanî bû û tenê bo destxweşiyê bû li Hêzên Pêşmerge yên li çeperên Pêşmerge.”

Fermandarên Hêzên Pêşmerge nexşeya navçeyê bo Serok Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê şirove kirin. Bînalî Yildirim bi dorbîna Pêşmerge li navçeyên ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine rizgarkirin, temaşe kir.

Herwiha di wê serdanê de, li ser Çiyayê Zertik wêneyên Pêşmergeyên ku di şerê li dijî DAIŞê Çiyayê Zertik de beşdar bûne yan şehîd bûne, hatin pêşandan.

Nûçeyên têkildar