Encumena Asayişê: Emîrekî DAIŞê ji aliyê Dijîterora Kurdistanê ve hat kuştin

Hewlêr-KDP.info- Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, ew emîrê DAIŞê yê ku 4 Pêşmerge şehîd kiribû, hatiye kuştin.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de, ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, daye zanîn ku roja 5 vê mehê li bajaroê Hewîcê, emîrekî DAIŞê bi navê Îslam Teha Mihemed El Ubêdî (navê wî yê din Dr. Muawiye bû) di encama operasyona hêza Dijîterora Kurdistanê û tîmeke hêzên hevpeyman de hat kuştin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew terorîstê DAIŞê, emîrê dezgeha tenduristiya DAIŞê li wîlayeta Kerkûkê bûye û destê wî di şehîdkirina 4 pêşmergeyan û kuştina gelek welatiyên Kerkûkê û azardana gelek jinên Kurdên Êzdî de hebûye.




