26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tirkman: Bo parastina Kerkûkê Pêşmerge bes e..Ciwanên me dixwazin bibin Pêşmerge

Çavkanî: KDP.info
 
Kerkûk-KDP.info- Partiya Gel a Tirkmenî bi tundî bersiva wan daxwazên ku dibêjin bila hêz ji Bexdayê bê bo Kerkûkê da û ragehand, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bê cudayî berevaniyê li temamî pêkhateyên Kerkûkê kiriye û ji bo parastina wê jî Pêşmerge bes e û pêwîstî bi hêzeke din tune ye.
 
 
Herwiha da zanîn ku ciwanên wan dixwazin şerefa pêşmergîbûnê werbigirin.

 

Îro 08.01.2017ê Partiya Gel a Tirkmenî di daxuyaniyekê de ku wêneyek ji malpera KDP.info re hatiye şandin, ragihand: “Hêzên Pêşmerge bi zîrekiya xwe li navçeyê bi giştî û bi taybetî jî li Kerkûkê berevaniyeke bê hempa kirine û bi sedan qurbaniyên fermandar û Pêşmerge daye. Ji bo parastina xelkê Kurdistanê bi giştî û bê cudayî hemû pêkhate parastiye. Partiya Gelê Tirkmen helwêstê Pêşmerge yê li hember kevneperestan û hêzên tarî bilind nirxand û diyar kir, em teqez dikin ku Pêşmerge em ji bîr nakin, ji ber li hember qonaxa herî tarî ya dîrokê de berevanî li navçeyê kir.”

 

Daxuyaniya Partiya Gelê Tirkmen waha berdewam dike: “Ew xwîna ku Pêşmerge daye, bi bangeşeyan nayê têkbirin, ku armanca wan bangeşeyan bes têkdana pêkvejiyana aştiyane ya di navbera kurd û tirkmen de ye û ew yek ava kirina tevliheviyê bêhtir ne ti tiştek din e. herwaha ti pêwîstiyek bo hin daxwazên ji aliyê hin hêzên siyasî ve tên gotin ku daxwaza hêza zêdetir diki, yan daxwaza pêkanîna hêzeke artêşê yan jî anîna hêzekê ji Bexdayê dikin ne pêwîste, li gor me ev yek bê kirin, pirsgirêk dê zêdetir bibin û alozî dê zêdetir pêkbên.’’

 

Di dawiyê de jî wê partiyê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku deriyê li pêş ciwanên Tirkmen bê vekirin, ku di nav rêzên Pêşmerge de xizmet bikin û şerefa beşdarbûna li berevaniya navçeyê ji wan re jî bê dayîn.

 

Herwaha ragihand: “Em dibêjin divê hêzên Pêşmerge li Kerkûkê bimînin, ji ber bê cudayî berevanî li temamî pêkhateyên Kerkûkê kiriye.”

 

Nûçeyên têkildar