26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Serdana Yildrim piştevanî ye bo Kurdistanê..Yildrim: Serdana Barzanî bo Tirkiyê pir girîng bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ragihand ku serdana Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildrim bo Herêma Kurdistanê tê wateya piştevaniya Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê. Yildrim jî tekez kir li ser bihêzkirina pêwendiyên welatê xwe ligel Hewlêrê û got ku divê PKK ji Şingalê nemîne, ji ber ku hebûna wê li Şingalê gef e li ser rewşa emnî ya Tirkiyê. Herwiha got jî ku Serdana Barzanî bo Tirkiyê pir girîng bû.

Serok Barzanî û Yildirim piştî hevdîtinê derketin pêşberî kamerayan û derheqê civînê de daxuyanî dan.

Serok Barzanî ragihand, serdana Yildirim bo Hewlêrê tê wateya piştevaniya Enqerê li Hewlêrê û got, em spasiya dewlet û gelê Tirkiyê dikin ku piştevaniya Herêma Kurdistanê kirine.

Serok Barzanî derheqê şerê li dijî terorê de jî got, tevahiya gelên Rojhilata Navîn tûşî derdê terorê bûne ji ber wê jî divê hemû bi hev re li dijî wê şer bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku Herêma Kurdistanê amade ye têkiliyên xwe bi Tirkiyê re geş bike û got, em hêvîdar in teror li Herêma Kurdistanê, Tirkiye û hemû welatên din nemîne.

Serokwezîrê Tirkiyê jî kêfxweşiya xwe bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û diyar kir, serdana Barzanî ya 23 Tebaxa par bo Tirkiyê piştî kûdetaya binketî ya 15 Tîrmehê, pir girîng bû. Ji ber wê yekê Yildirim spasiya Serok Barzanî kir.

Bînalî Yildirim anî ziman ku têkiliyên navbera Hewlêr û Enqerê di çarçoveya du waran şerê terorê û aborî de ne û da zanîn ku serdana Barzanî bo Tirkiyê pir girîng bû. Herwiha û got, em dikarin zêdetir di van waran de kar bikin.

Yildirim li ser şerê Mûsilê jî got, operasyona azadkirina Mûsilê bi tevlîbûna Pêşmerge û hêzên Iraqî bi awayekî aktîf didome.

Serokwezîrê Tirkiyê da xuyakirin ku ew li ser şerê li dijî rêxistina Gulen, DAIŞ û PKKê rijd in û got, em qebûl nakin PKK ji xaka Iraqê ve êrişî Tirkiyê bike. Di vî warî de çi lazim be emê bikin. Em qebûl nakin PKK li Şingalê jî be, ev kêşeyek ewlehiyê ye û tenê ya Tirkiyê jî nîne.

Li ser rewşa Kurdistana Rojava jî Yildirim got, em ti carî nahêlin PYD li wir xwe bide sepandin. PYD heman PKK ye, bila navê xwe biguherin lê hemû heman tişt in. Dixwazin pêşmergeyên wir û erebên wir ji warê wan derxînin. Em vê yekê qebûl nakin.

Derheqê têkiliyên aborî yên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de jî Yildirim got, emê ji bona geşkirina têkiliyên aborî lêjneyekê ava bikin. Bo wê jî dê li Hewlêrê civînek were lidarxistin û ji bona çareserkirina kêşeyên aborî çi pêwîst be dê bê kirin. Di warê tenduristiyê de jî nexweş li Tirkiyê tên dermankirin û alîkariyên pêwîst hene. Di warê enerjî û veguhestinê de jî mirov dikare geş bike.

Serokwezîrê Tirkiyê di dawiyê de spasiya Herêma Kurdistanê kir ku mekteb û medreseyên girêdayî rêxistina Gulen hatine girtin û got, helbet divê qutabî û şagird ziyanê nebînin, tenê ew kesên nûnertiya rêxistina terorîstî ya FETO dikin, bên tasfiyekirin.

Nûçeyên têkildar