Berpirsekî PDKê: Pêşmerge biryara sînorê Kurdistanê dide ne Malikî

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Şaxa 19 ya PDKê Dr. Ferhad Kerkûkî dibêje, Hêzên Pêşmerge xwedî biryar in li ser sînorên Herêma Kurdistanê, ne kesekî wek Nûrî Malikî.
Dr. Ferhad Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Herdem Malikî li dijî gelê Kurd bûye û dema ku deselat di destê wî de bû budceya Herêma Kurdistanê qut kir. Artêşa Iraqê şand ser navçeyên Kurdistanî. Niha jî daxwaz dike ku Pêşmerge ji wan navçeyan vekşe, lê Hêzên Pêşmerge sînor diyar kirine û ji wan navçeyên Kurdistanç venakşin û çarenivîsa sînorê Kurdistanê di destê Pêşmerge de ye ne di destê Malikî de ye.”
Kerkûkî wiha got: “Di saya deselata Malikî de DAIŞ li Iraqê serî hilda û gendelî zêde bû û rolek xerab di zêdekirina pirsgirêkan de li Iraqê lîst, lewma jî niha Sune û gelek Şîe li dijî Malikî ne û kiryarên wî şermezar dikin.”




