26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Îro 70 parlamenterên Kurd dê bi Erdogan re dicivin

Çavkanî: KDP.info

 

Ji bo li ser destlênedana parlamenterên BDP’ê biaixvin, di serî de ji Amedê ji 21 bajarên kurdan 70 parlamenterên kurd dê Îro bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re li Enqereyê bicivin. Parlamenterê Amedê Cuma Îçten, got ew ê li gorî biryara partiya xwe tevbigere.

Li gorî agahiyên ku parlamenterê Amedê yê AK Partiyê Cuma Îçten Dan, dê Îro 70 parlamenterên bajarên kurdan, serokên bajêran ên AK Partiyê, serokên baskê jinan û baskên ciwanan jî dê di vê civînê de amade bin.

 

Parlamenter Îçten, ji PNA’yê re aşkera kir ku ew van civînan car caran li dar dixin û li ser daxwaza wan dê Serokwezîr Erdogan jî di civînê de cih bigre. Îçten, destnîşan kir ger destlênedana (parêzbendî) parlamenterên BDP’ê bê rojevê, ew ê ramana xwe ya takekesî bibêje lê partiya wî çi biryar bigre, ew ê li gorî wê biryarê tevbigere.

 

Cuma Îçten, derbarê îstifakirina Serokê AK Partiya Amedê Halîd Advan de jî destnîşan kir Advan hevalê wan e û bi vîna xwe ya azad îstifa kiriye. Parlamenterê AK Partiyê Îçten, da zanîn hê jî îstifaya Advan nehatiye qebûlkirin û di rojên pêş de hemû tişt dê zelal bibin.

Nûçeyên têkildar